GÜNDEM

LI AMEDÊ HEZAREK Û 350 KESAN WÊ BIGRIN KAR

Midurîyeta Bajêr a Amedê ya ÎŞKÛR’Ê ji bo 17 Midurîyetên Perwerdehîyê ya Netewî ya Navçeyan, wê karkeran bigire kar.

LI AMEDÊ HEZAREK Û 350 KESAN WÊ BIGRIN KAR

Midurîyeta Bajêr a Amedê ya ÎŞKÛR’Ê ji bo 17 Midurîyetên Perwerdehîyê ya Netewî ya Navçeyan, wê karkeran bigire kar.

Girtina kar a karkeran wê di çarçoveya Bernameyên Ji bo Feydeya Civakê de be û hat dîyarkirin ku ji bo vê hezarek û 350 kontenjan hatîye veqetandin. Her wiha hat ragihandin ku serlêdan îro dest pê dikin û wê 31’ê Tebaxê bi dawî bibe. Li gor agahîyên ku ji Walîtîyê hatîye wergirtin hate dîyarkirin ku karker wê demkî kar bikin û maweya kar 5 meh in. Hat dîyarkirin ku hemû endamên malbatekî ku ji bo şert û mercên serlêdanê guncav bin, wê karibe serî lê bide. Her wiha hat destnîşankirin ku dahata endamên malbatakî ji muçeya kêmtirîn qasê carek û nîv zêdetir be wê serlêdanên wan neyên erêkirin. Serlêdan wê li ser xeta 170 û malpera înternetê ya ÎŞKÛR’ê were kirin. Lîsteyên nîhayî jî wê di 10’ê Îlonê de were aşkerekirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.