AMED, DİYARBAKIR, NÛÇEYÊN AMEDÊ, AMED HABERLERİ, DİYARBAKIR HABERLERİ, AMED RADYO TV, AMED RADYO, AMED TV, BÖLGE HABERLERİ, SON DAKİKA, GÜNDEM, LI AMEDÊ JI BER AVAHÎYÊN DI ERDHEJÊ DE HILWEŞÎYANE 15 KES HATIN GIRTIN

LI AMEDÊ JI BER AVAHÎYÊN DI ERDHEJÊ DE HILWEŞÎYANE 15 KES HATIN GIRTIN

Li Amedê derbarê avahîyên hilweşîyayî de 15 kes hatin girtin.

Lêpirsîna ku Serdozgerîya Komarê ya Amedê, derbarê tesbîtkirina kêmasîyên avahîyên di erdheja 6ê Sibatê de hilweşîyane dabû destpêkirin berdewam dike. Di çarçoveya lêpirsînê de 39 gumanbarên ku bi îdiaya "kêmasîyên înşaetê û qutkirina stûnan" yên derbarê avahîyên hilweşîyayî de hatin binçavkirin, piştê karên li midûrîyeta polêsan sewqê edlîyeyê hatin kirin. Piştî îfadeya li dozgerîyê 15 gumanbarên ku di nav wan de taşeron jî hene, hatin girtin. 24 kesên hatin binçavkirin, ji wan 22 bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.