GÜNDEM

LI AMEDÊ JI BER BARÎNA NERFA ZÊDE XEBATÊN PAQIJKIRINÊ BÊ QÎM MA

Hat dîyarkirin ku ji ber berfa ku li Amedê bandora xwe zêde kir, di hatinûçûnê û jîyana rojane de gelek astengî derketin, xebatên ekîbên sazîyên têkildar têrê nakir û bê qîm man.

Hat dîyarkirin ku berfa ku serê sibê dest pê kir û danê nîvro tesîra xwe zêde kir, di trafîkê de bû sebebê astengîyan û di rêyan de qezayên trafîkê qewimîn. Her wiha ji ber heman astengîyan, welatîyên ku xwestin bi peya herin ser kar û barên xwe jî di dan û stendinê ya wek kirîn û firotinê de zehmetî pêk hatin. Tevî ku meteorolojî û şaredarîyê ji ber barîna berfê 2 roj berê hişyarî dabûn jî, hat dîyarkirin ku di xebatên paqijkirina berfê yên hemû yekîneyan de kêmasî derketîye. Welatîyên ku gilî û gazinên xwe ragihandine Navenda Nûçeyan ya Amed Radyo Tvyê daxwaz dikin ku hemû ekîb bi taybet jî şaredarî divê xebatên xwe yên paqijkirina berfê zêde bikin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.