NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ JI BER XEMSARÎYA AGIRTEFÊ 220 DONIM ZEVÎ ŞEWITÎN

Hat îdîakirin ku li Amedê ji ber xemsarîya agirtefê erdekî çandinîyê bi temamî şewitîye.

LI AMEDÊ JI BER XEMSARÎYA AGIRTEFÊ 220 DONIM ZEVÎ ŞEWITÎN

Hat îdîakirin ku li Amedê ji ber xemsarîya agirtefê erdekî çandinîyê bi temamî şewitîye. Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin; Li 18’emîn kîlometreya rêya Amed-Rihayê 220 donim zevîyê ku genim û ceh hatîye çandin, ji ber çirûska di xeta elektrîkê de şewat derket. Welatîyên ku şewat dîtin rewş ji agirtefê re ragihandin lê îdîa kirin ku ekîbên agirtefê dereng hatine qada şewatê û dîyar kirin ku 220 donim zevîyê ku genim û ceh hatîye çandin, bi temamî şewitîye. Sedema şewatê tê lêkolînkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.