NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ JI BO CEYRANA AVDANÎYÊ KREDÎYA BÊ FAÎZ A 5 SALAN

Dîcle Elektrîkê derbarê krediya ceyrana çandiniyê ya bê faîz a 5 salan de kampanyaya xwe ya agahdarkirinê ya ji bo sektora çandiniyê ya li herêma xizmetguzariyê, didomîne.

LI AMEDÊ JI BO CEYRANA AVDANÎYÊ KREDÎYA BÊ FAÎZ A 5 SALAN

Dîcle Elektrîkê derbarê krediya ceyrana çandiniyê ya bê faîz a 5 salan de kampanyaya xwe ya agahdarkirinê ya ji bo sektora çandiniyê ya li herêma xizmetguzariyê, didomîne. Midûrê Parêzgeha Dîcle Elektrîkê Ûgûr Yaka, diyar kir ku ew derfetên bi avantaj pêşkêşê cotkaran dikin û wiha got, “Em weke Dîcle Elektrîkê ji cotkarên xwe yên deyndar, faîza deynê wan jê nagirin. Piştî sersalê wê ev derfet ji holê bên rakirin û dibe ku cotkarên me deynê xwe bi tevahî bidin." Piştî daxuyaniyê Serokê Odeya Çandinîyê ya Navçeya Sûrê Şîrîn Demîr, bang li hemû aboneyên avdana çandiniyê yên deyndar kir û got, "Divê her kes ji bo krediya 5 salan a bê faîz a Banka Ziraatê beriya rojekê serî lê bide û vê fersendê ji destê xwe bernedin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.