NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ JI BO ZAROKAN KURSÊN HAVÎNÊ DEST BI XIZMETÊ KIRIN

Kursên havînê yên lîstokên zarokan ên girêdayê Şaredarîya Bajarê Amedê di 10'ê Tîrmehê de dest pê dikin.

LI AMEDÊ JI BO ZAROKAN KURSÊN HAVÎNÊ DEST BI XIZMETÊ KIRIN

Kursên havînê yên lîstokên zarokan ên girêdayê Şaredarîya Bajarê Amedê di 10'ê Tîrmehê de dest pê dikin.

Kursên havînê wê li navendên lênerîna bi roj a zarokan û cîyê lîstikê ya zarokan yên girêdayê Serokatîya Daîreya Xizmetên Civakî wê li Navenda Lênêrîna Rojê ya Bagcilarê, li kreşa 450 Evler û li kreş û salonên li Qada Jîyana Hevpar a Sûmerparkê bên lidarxistin.

Ji bo zarokên malbatên dezavantaj ji xizmetên perwerdehîya pêşdibistanê sûd werbigirin, ew ê li navendên perwerdehîyê yên ku xizmetê didomînin di şaxên cuda de şarezayên xwe pêş bixin.

Di daxuyanîya Şaredarîya Bajarê Amedê de hat ragihandin ku di çarçoveya qursên havînê de wê û bav heta 7ê Tîrmehê dikarin zarokên xwe bi nasnameyên zarokên xwe qeyd bikin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.