NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ KÊZIKA DRAKÛLA ZIRARÊ DIDE DARAN!

Li Amedê kêzika Drakûla zirarê dide daran. Kêzika ku hat tesbîtkirin li gelek cihên bajêr belav bûye, li navçeya Rezanê bû sedema hişkbûna gelek daran.

LI AMEDÊ KÊZIKA DRAKÛLA ZIRARÊ DIDE DARAN!

Li Amedê kêzika Drakûla zirarê dide daran. Kêzika ku hat tesbîtkirin li gelek cihên bajêr belav bûye, li navçeya Rezanê bû sedema hişkbûna gelek daran. Rayedarên Midûrîyeta Çandinî û Daristanan a Parêzgehê ku li cihê bûyerê lêkolîn kirin, rewş xistin bin raporê. Di raporê de hişyarî hat dayîn ku ger tedbîr neyên girtin, wê kêzika drakûlayê li qadên berfireh belav bibe û zirareke mezin bide daran. Di raporê de hat dîyarkirin ku tu kontroleke bi bandor a kîmyewî ya ku bikaribe belavbûna vê zirarê bitepisîne tune ye. Serokatîya Daîreya Park û Baxçeyan a Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê, di 23ê Adarê de raporek amade kiribû û diyar kiribû ku wê şitlên nû bên çandin. Lê ji bo çareserîyê hê jî tu gav nehatine avêtin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.