NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ KAMYONA ŞAREDARÎYÊ LI ZAROKÊ 8 SALÎ QELIBÎ!

Kamyona şaredarîyê li Seyrantepe li zarokekî qeliband.

LI AMEDÊ KAMYONA ŞAREDARÎYÊ LI ZAROKÊ 8 SALÎ QELIBÎ!

Kamyona şaredarîyê li Seyrantepe li zarokekî qeliband.

Di heyama qezayê de haya ajokarê kamyonê jê tunebû, bi hişyarîya ajokarê siwareyeke din pê hesîya.

Qeza li ser xaçerêya Seyrantepe ya Navçeya Yenîşehîra Amedê pêk hat. Kamyona Şaredarîya Kayapinarê ku dixwest li xaçerêyê bizîvire, di wê heyamê de B.R. yê 8 salî jî  dixwest ji rê derbas bibe û remoqa kamyonê lê qelibî.

Bi bandora lêdanê re zarok li erdê ket. Di dema qezayê de ajokarê kamyonê li hişyarkirina ajokarekî dinê pê hesîya ku qeza çêbûye.

Li ser agahdarkirinê zarokê birîndar sewqê nexweşxaneyê hat kirin û ajokar jî, ji bo îfadeya wî bigrin birin navenda polêsan. Hat ragihandin ku rewşa tenduristîya zarok baş e.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.