NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ KELECANA REMEZANÊ Û FIKARA BUHAYÊN ZÊDE!

Li Amedê çend roj berîya Remezanê ji ber ku buhayên her tişt zêde dibe, welatî bi fikar e.

LI AMEDÊ KELECANA REMEZANÊ Û FIKARA BUHAYÊN ZÊDE!

Welatîyên li Amedê ku dest bi kirrîna Remezanê kirin dîyar kirin ku li sûk, qesab û her derê li gor meha Remezana par her tişt 2-3 qat buha bûne.

 

Ev rewş bi taybetî ji bo welatîyên ku bi mûçeya kêmtirîn dixebitin û dahata wan kêm e dibe sedema rewşên gelek dijwar. Ji bilî pêdivîyên rojane, kirê, fatûreya avê, ceyran, gaz û lêçûnên taybet dibin sedem ku welatî nikare debara xwe bikin.

 

Welatîyekî ku di malbata wî de 7 kes heye got ku Remezan hat û her tişt lazim e lê mûçe tine, lê ew matmayî dimîne ka çi bike. Li Amedê kîloya goşt 500 lîre, kîloya goştê kişandî jî bi 450 lîreyê tê firotin. Welatîyek din jî wiha axivî, “em bi rojane dijîn. Nayê bîra min ku kengê min goşt kirrîye.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.