NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ KESÊ ALKOLÎK MALA XWE ŞEWITAND

Şewata ku li navçeya Rezanê ya Amedê, di qata 7’emîn a avahîyeke 8 qatê de derket, bû sedema tirs û xofê.

LI AMEDÊ KESÊ ALKOLÎK MALA XWE ŞEWITAND

Şewata ku li navçeya Rezanê ya Amedê, di qata 7’emîn a avahîyeke 8 qatê de derket, bû sedema tirs û xofê. Şewat, li Taxa 5 Nîsan ya navçeya Rezanê, di dema êvarê de derket. Hat îdîakirin ku, kesê serxweş hat malê û piştê ku bi malbata xwe re nîqaş kir mala xwe şewitand. Bi belavbûna şewatê re şênîyên avahîyê derketin derve. Li ser agahîya kesên derdorê, ekîbên îtfaîye, polîs û tenduristîyê sewqê cihê bûyerê bûn. Piştê xebateke bi qasê nîv saetê, şewat hat kontrolkirin. Di şewatê de zîyana madî çêbû.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.