DİĞER

LI AMEDÊ KESÊN DÎYARKART A BÊ PERE BIKARTÎNE TÊNE MEXDÛR KIRIN!

Li Amedê hemwelatîyên 65 salî û jê mezintir yên ku Dîyarkartê ya bê pere bikartîne, ji ber ku Otobusên Gel ên taybet wan lê siwar nakin, mexdûr dibin û ev rewş hêjî li Amedê berdewam e.

Di vê navberê de hat bihîstin ku Koperatîfa Otobusên Gel ên Taybet û Walîtî li ser çareserîyê di nava hevkarîyê de ne.

Serokê Koperatîfa Otobusên  Gel ê Taybet Mehmet Pervane, ji Rojnameya Mucadeleyê re axivî û dîyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkê bi Walîtîya Amedê re dest bi xebatê kirine û wiha got, "Di navbera welatîyên ji 65 salî mezintir û ajokaran de pirsgirêkên biçûk hene.

Ji bo vê em bi walîtîyê re di nava hevkarîyê de ne. Em ji bo xebateke mayînde têdikoşin. Bihayê neftê ji sedî sed zêde bûye. Em jî hatine rewşeke wiha ku nikarin kar bikin.

Ji ber vê yekê ne rast e ku meriv vê pirsgirêkê tenê bide ser milê Otobusên Gel ên Taybet."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.