GÜNDEM

LI AMEDÊ KESEKÎ BI ÇEKÊ BAV Û BIRÊ XWE BIRÎNDAR KIR

Li Amedê kesekî bi çekê êrîşê bav û birayê xwe yê ku bi wan re nelihevbû kir.

LI AMEDÊ KESEKÎ BI ÇEKÊ BAV Û BIRÊ XWE BIRÎNDAR KIR

Li Amedê kesekî bi çekê êrîşê bav û birayê xwe yê ku bi wan re nelihevbû kir.

Bûyer do danê êvarê li ser Bulvara Sezaî Karakoç a navçeya Yenîşehîrê qewimî.

H.Ayê ku ji bo merasima daweta birayê xwe nehatibû vexwendin, di navbera wî û malbata wî de nîqaş derket.

H.A.yê di heyama niqaşê de bi çekê li dû hev gule berda bavê xwe Ahmet A. û birayê xwe Avreş A. Piştê mudaxeleya welatîyên derdorê ekîbên tenduristîyê û polîs sewqê cihê bûyerê bûn.

Piştê mudaxeleya ewil a ekîbên tenduristîyê 2 kesên birîndar rakirin nexweşxaneyê. Hat hînbûn ku bav û kurê ku li nexweşxaneyê tên dermankirin rewşa wan giran e. Ji bo girtina H.Ayê ku ji cihê bûyerê revîyaye xebat hat destpêkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.