NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ KETINA NAVA QADÊN DARISTANAN HATIN QEDEXE KIRIN!

Li Amedê li dijî şewata daristanan ketina qadên daristanan hatîye qedexe kirin.

LI AMEDÊ KETINA NAVA QADÊN DARISTANAN HATIN QEDEXE KIRIN!

Li Amedê li dijî şewata daristanan ketina qadên daristanan hatîye qedexe kirin.

Walîtîya Amedê ragihandin ku wê derbarê kesên ku li gor qedexeyê tevnegerin de tedbîrên îdarî û edlî bên kirin.

Di daxuyanîya walîtîyê de wiha hat gotin, “Li gor demsala havînê ya ku em tê de ne, ji ber zêdebûna germahîya hewayê ya herêma me, liv û tevgera mirov û wesayîtan a li qada daristanê zêde bûye û tevgerên bi qestî an jî xelet, dibe ku şewatên daristanan rû bidin. Ji ber van sedeman biryar hat girtin ku heta 31ê Cotmehê ya 2023yan ketina qadên daristanê hatîye qedexe kirin. Kesên qedexeyê binpê bike wê bên ceza kirin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.