NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ “KONSEYA ÇANDINÎYÊ” HAT AVAKIRIN

Konseya Çandinîyê ya Amedê bi civîneke çapemenîyê avabûna xwe eşkere kir.

LI AMEDÊ “KONSEYA ÇANDINÎYÊ” HAT AVAKIRIN

Şîrîket û Sazîyên Sivîl ên li Amedê xebatên çandinîyê dimeşînin hatin cem hev û Konseya Çandinîyê ava kirin.

 

Di Konsey de nûnerên 68 Rêxistinên Sivîl û Sektorên Taybet hene. Konseya Çandinîyê di civîna çapemenîyê ya li Cemîyeta Rojnamegeran de derbarê xebatên ku wê bên kirin û xebatên Konseyê de daxuyanî da.

 

Serokê Borsaya Bazirganîyê ya Amedê Engîn Yeşîl li ser navê Konseyê daxuyanî da û wiha axivi, "Dema ku em li daneyên hilberîna çandinîyê ya Tirkîyeyê dinêrin, Amed di hilberîna genim, nîsk, pembûyê bê tov, ceh û garis de xwedî cîhekî girîng e. Ji ber vê yekê, ji bo ku potansîyela çandinîyê ya bajarê xwe Amedê baştir binirxînin, ji bo ku li Tirkîyeyê sektora çandinîyê mezin bikin, domdarî û nirxa lêzêdekirina wê zêde bikin, di navbera sazîyên giştî û taybet ên ku li Tirkîyeyê kar dikin de hevrêzîya di navbera sazîyên giştî û taybet de pêk bînin û sektora çandinîyê û stratejîyên geşepêdana sektorê bi awayekî rast bê dîyar kirin, me 'Konseya Çandinîyê ya Amedê' ava kir. Di Konseya me de 68 endamên me hene û ji wan 9 kes di desteya rêveber de cîh digirin. Konseya me wê bi avakirina Lîjneya Şêwirmendî û Komên Xebatê yên ji pisporên mijarê pêk tên û bi piştgirîya sazîyên giştî xizmetên xwe berdewam bike.”

 

Yeşîl di berdewamîya axaftina xwe de dîyar kir ku Desteya Rêveber sazîya pêkanînê ye, Konsey jî sazîya herî bilind e û wê biryarên şêwirmendîyê bide û çavdêrîya pêkanînên lîjneya rêveberîyê bike.

 

Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganîyê ya Amedê (DTSO) Mehmet Kaya jî dîyar kir ku ew ê pirsgirêkên çandinîyê ji hikûmetê re ragihînin û di asta herêmî de xebatên koordînekirinê bişopînin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.