NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ LI DIJÎ “YNCK” OPERASYON! HERÎ KÊM 13 KES HAT BINÇAVKIRIN

Li Amedê li ser gilî kirinê xwendekar jî di nav de gelek ciwan hatin binçavkirin.

LI AMEDÊ LI DIJÎ “YNCK” OPERASYON! HERÎ KÊM 13 KES HAT BINÇAVKIRIN

Li Amedê li ser gilî kirinê xwendekar jî di nav de gelek ciwan hatin binçavkirin.

 

Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, hat îdîakirin ku wê li Amedê bi navê "YNCK" rêxistineke nû ya ciwanan bê avakirin û wê di 29'ê Cotmehê roja damezrandina Komarê de li navçeya Sûrê çalakîyan li dar bixin.

Di serdegirtina malan de ji alîyê ekîbên girêdayê Midûrîyeta Polêsan a Amedê ve, xwendekar jî di nav de herî kêm 13 ciwan hatin binçavkirin.

Di çarçoveya operasyonê de hate dîyarkirin ku F.A., H.U., N.K., N.G., J.K., Ş.J.P., E.E. û S. yên ku paşnavê wan nehat zanîn hatin binçavkirin. Navê kesên din ku hatin binçavkirin nehat hînbûn û derbarê dosyayê de biryara “sînordarkirinê” hat dayîn.

Hat dîyarkirin ku kesên hatin binçavkirin ku piranîya wan xwendekar in, birine Midûrîyeta Polêsan 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.