NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ MÎNÎBÛS LI OTOBÛSA RÊWÎYAN QELIBÎ: 2 KES BIRÎNDAR BÛN

Li Amedê mînîbûsek li ser rêya teng, li otobûsa rêwîyan qelibî, di qezayê de 2 rêwî birîndar bûn.

LI AMEDÊ MÎNÎBÛS LI OTOBÛSA RÊWÎYAN QELIBÎ: 2 KES BIRÎNDAR BÛN

Li Amedê mînîbûsek li otobûsa rêwîyan qelibî, di qezayê de 2 rêwî birîndar bûn. Bûyer, li Qada Derêçîyê ya Navçeya Sûrê ya Amedê pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin, mînîbûsa bajêr, li ser rêya teng li otobûsa rêwîyan a Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê qelibî. 2 rêwîyên jin ên di mînîbûsê de, ji ber birîna camên ku teqîya bû, birîndar bûn.

Ekîbên tenduristîyê hatin cihê bûyerê û alîkarîya ewil dan birîndaran. Hêzên ewlehîyê di derbarê bûyerê de lêpirsîn dan destpêkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.