NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ MEXDÛRÊN ERDHÊJÊ NAXWAZIN HERIN KONBAJARAN

Hat dîyarkirin ku li Amedê mexdûrên erdhêjê, ji ber ku di rexê çem de hatîye ava kirin, naxwazin herin li konbajaran bimînin.

LI AMEDÊ MEXDÛRÊN ERDHÊJÊ NAXWAZIN HERIN KONBAJARAN

Hat dîyarkirin ku li Amedê mexdûrên erdhêjê, ji ber ku di rexê çem de hatîye ava kirin, naxwazin herin li konbajaran bimînin.

Li Amedê ji bin kavilên 7 avahîyên ku di erdhêjê de hilweşîyan 414 kesên jîyana xwe ji destane hatin derxistin.

Di lêkolînên ku li bajêr hatin kirin de, hat tesbîtkirin ku ji 45 hezar û 149 avahîyan, hezar û 110 avahî xisareke giran dîtine, hezar û 444 avahî bi sivikî û 10 hezar û 977 jî wek sivik zirar û zîyan dîtine. Bi deh hezaran kesên ku nikarin biçin malê xwe an jî malên wan hilweşîyan e, pişrgirêkên wan ên vehewandin, û xwarin û vexwarinê heye. Ji bo mexdûrên erdhejê yên li dibistanan û konên li park û baxçeyan hatine vedan dimînin, li qeraxê çemê Dîcleyê konbajar hatîye avakirin. Mexdûrên erdhêjê ji ber xetereye, naxwazin biçin li konbajarê li rexê çem hatîye ava kirin bimînin. Niha mexdûrên erdhêjê li benda çareserîyeke mayînde ne.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.