NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ NAVBERA DU KOMAN DE ŞERÊ BI KÊR! 1 JÊ GIRAN 4 BIRÎNDAR

Li Amedê di encama şerê bi kevir, dar û kêran ya navbera du koman de 4 kes birîndar bûn.

LI AMEDÊ NAVBERA DU KOMAN DE ŞERÊ BI KÊR! 1 JÊ GIRAN 4 BIRÎNDAR

Di bûyera ku danê nîvro li Taxa Kooperatîfa Navçeya Yenîşehîr a Amedê pêk hat de, di navbera du koman de ji ber sedemeke ku nayê zanîn nîqaş derket.

Nîqaş di demeke kin de mezin bû û veguherî şerê bi kevir, dar û kêran.

Di bûyerê de 4 kes birîndar bûn. Li ser agahdarkirina welatîyên derdorê, ekîbên tenduristîyê û polêsan sewqê cîhê bûyerê bûn.

Hat dîyarkirin ku ji 4 birîndarên ku sewqê nexweşxaneyê hatin kirin yek jê rewşa wî giran e. Ekîbên polêsan ji bo tespîtkirina kesên ku di bûyer û şer da cîh girtin dest bi lêkolînê kirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.