NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ OPERASYONA BERHEMÊN PAQIJÎYÊ YÊ SEXTE DE 2 KES HATIN BINÇAVKIRIN

Li Amedê, di depoyekê de gelek berhemên paqijîyê yên sexte hatin bidestxistin.

LI AMEDÊ OPERASYONA BERHEMÊN PAQIJÎYÊ YÊ SEXTE DE 2 KES HATIN BINÇAVKIRIN

Li Amedê, di depoyekê de gelek berhemên paqijîyê yên sexte hatin bidestxistin. Li gor agahîyên hatine bidestxistin; Li Navçeya Yenîşehîrê, li kargehekê ku madeyên sexte yên paqijîyê tên çêkirin, ji alîyê Midurîyeta Ewlehîya Amedê ve operasyonek pêk hat. Di operasyonê de nêzî 2 hezar berhemên kîmyewî yên paketkirî, yên ku etîketên marqeyên navdar lê hene, hatin bidestxistin û teslîmê Midûrîyeta Zabita ya Şaredarîya Yenîşehîrê kirin. Hat dîyarkirin ku malzemeyên paqijîyê yên sexte, yên ku bihayê wan nêzî 300 hezar TL ye, wê ji market û esnafa re bihata firotin. Di operasyonê de 2 gumanbar hatin girtin û depo jî hatîye mohrkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.