NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ OPERASYONA ‘ELEK’: GELEK KES HAT BINÇAVKIRIN

Li Amedê di operasyona bi navê 'elek' a ku ji alîyê polêsan ve hat lidarxistin de 9 gumanbar hatin binçavkirin.

LI AMEDÊ OPERASYONA ‘ELEK’: GELEK KES HAT BINÇAVKIRIN

Ekîbên Midûrîyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Organîze û Qaçaxçîtîyê yên Midûrîyeta Polêsan a Parêzgehê, li ser kesên ku bi sûc û sûcdaran re têkildar in û dibe ku wan a bibin rêxistina sûc re xebat pêk anîn.

 

Polêsan ji bo tesbîtkirin û desteserkirina çekû alavên sûc ên bi vî rengê yên qedexe ne ku di sûcan de hatine bikaranîn an jî dibe ku bên bikaranîn, li ser navnîşanên 9 gumanbaran operasyon li dar xist.

Di operasyona bi navê 'elek' de 9 gumanbar hatin binçavkirin. Di lêgerînan de 9 damançeyên qalibên cuda, 12 şarjorên fîşeka, 153 fîşekên bi qalibên cuda, 2 tivingên nêçîrê, 250 fîşekên tivingên nêçîrê, 1 amûra veguherînê ya bi navê ronî, yêlekek balîstîkê, hinek hebên tiryak û hinek jî amûrên çeka hatin bidestxistin.

Gumanbaran ji bo jêpirsîna wan were girtin, birin Midûrîyeta polêsan.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.