NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ PÊŞBAZIYA DOMÎNO YA ASTENGDARAN HAT LIDARXISTIN

Bi hevkariya şaredariya Yenîşehîrê ya Amedê û komeleya kesên ji çavên xwe astengdar a Altinokta, li Amedê di navbera hemwelatiyên ji çavên xwe astengdarin de pêşbaziya domino hat lidarxistin.

LI AMEDÊ PÊŞBAZIYA DOMÎNO YA ASTENGDARAN HAT LIDARXISTIN

Pêşbazî li taxa Palûkê ya girêdayê navçeya Yenîşehîrê, li salona navenda jiyanê hat tertipkirin û gelek hemwelatiyên endamê komeleyê beşdarê pêşbaziya domînoyê bûn.

Seroke komeleya koran a Altı nokta yê şaxa Amedê  Mehmed Akîf Karakaş, derbarê pêşbaziyê de beyanat da û got: Em her sal bi rêk û pêk pêşbaziyan li dar dixin. Bi vê çalakiyê em ji hemwelatiyên xwe yên ji çavê xwe ve astrengdarin re dibin alîkar da ku jiyana wan ya rojane hêsan bibe. Bi tevahî 35 kes wek pêşbaz beşdar bûn û ji bo pêşbazê yekemîn 2.000 lîre, ji bo yê duyemîn 1.500 lîre û ji bo yê sêyemîn jî hezar lîre bi çeka xelat ya cil û bergan hat xelat kirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.