NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ PERGALA ‘NOBEDARÎYA ZÊRFIROŞÎ’ LI TIRKÎYÊ CARA EWIL BÛ

Li Amedê ji bo ku di dawîya hefteyê de zêrfiroşan vekirî bimîne, pergala "Nobedarîya Zêrfiroşî" dest pê kir.

LI AMEDÊ PERGALA ‘NOBEDARÎYA ZÊRFIROŞÎ’ LI TIRKÎYÊ CARA EWIL BÛ

Li Amedê ji bo ku di dawîya hefteyê de zêrfiroşan vekirî bimîne, pergala "Nobedarîya Zêrfiroşî" dest pê kir. Serokê Odeya Zêrfiroşan a Amedê (DÎKO) Mehmet Yuksel û ekîba pê re, projeyên ku ji bo zêrfiroşî û bajêr dîyar kiribûn, dest pê kir. Bi hatina gelek turîstên Amedê ku bi dîroka xwe va hezkirîyên tûrîzmê ye, cara ewil li Tirkîyeyê pergala “Nobedarîya Zêrfiroşî” dest pê kir. Li DÎKO'ya ku bi qasî 450 endamên wê hene, li Navçeya Sûrê 6 zêrfiroş û li navçeyên din jî 3 zêrfiroş, wê dawîya hefteyê vekirî bimînin. Hat dîyarkirin ku bi vê pergalê him wê xizmeta welatîyan bê kirin û him jî her kes ji pergaleke adîl sûdê werbigire. Yuksel, destnîşan kir ku kesên tên serdanê, dikarin xwe bigihînin berhemên destçêkirî yên Amedê.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.