NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ PIRSGIRÊKA ZÊDEBÛNA HEJMARA ZAROKÊN PARSEK!

Hat îdîakirin ku li Amedê zarokên hêj temenê wan biçûk in, malbatên wan parsekîyê bi wan dide kirin.

LI AMEDÊ PIRSGIRÊKA ZÊDEBÛNA HEJMARA ZAROKÊN PARSEK!

Hat îdîakirin ku li Amedê zarokên hêj temenê wan biçûk in, malbatên wan parsekîyê bi wan dide kirin.

Tê dîyarkirin ku li Amedê, parsekên ku bi hestbazîya ol û nirxên manewî, ji alîyê aborî ve hestên hemwelatîyan îstîsmar dikin, roj bi roj hejmara wan zêde dibin.

Hat ragihandin ku şebekeya parsekan, bi siwareyê zarokan li hin deveran datînin û  derengîya şevê jî wan kom dikin.

Zarokên ku divê li dibistanê perwerdehîyê bibînin û di nava zarokên hem tayê xwe de bileyizin û wextê xwe hevalên xwe re derbas bikin, ji hêla malbatên xwe yên bêberpirsîyar an jî şebekeyên parsekîyê ve neçar dibin ku parsekîyê bikin.

Hemwelatî dixwazin ji bo zarokên ku heta nîvê şevê li bajêr li derve dimînin û bi parsekîyê tên îstismarkirin, tedbîr bên girtin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.