NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ POLÊSAN AVÊTIN SER AVAHÎYÊN PAK, PSK Û HEREKETA AZADÎ! 1 BINÇAV KIRIN

Li Amedê polêsan avêtin ser avahîyên PAK, PSK û Hereketa Azadî.

LI AMEDÊ POLÊSAN AVÊTIN SER AVAHÎYÊN PAK, PSK Û HEREKETA AZADÎ! 1 BINÇAV KIRIN

Li Amedê polêsan avêtin ser avahîyên Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK), Partîya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Hereketa Azadî.

 

Bi biryara 1. Dadgeha Cezayên Sulhê ya Amedê, bi boneya 17ê Kanûnê "Roja Ala"yê ji ber ku "Alayên Kurdistanê" bi avahîyan ve aliqandine li dijî PSK, PAK û Tevgera Azadî, operasyon hatin kirin.

Serokê Giştî yê Partîya Sosyalîst a Kurdistanê Bayram Bozyel, derbarê mijarê de daxuyanî da û wiha got, “Îro hêzên asayîşê bi ser avahîyên PAK û Hereketa Azadî û bi taybet partîya me PSK’ê ya Amedê de girtin û alayên Kurdistanê kom kirin. Ev bêtehamulîya li hember ala Kurdistanê û nirxên Kurdistanê nayê qebûlkirin. Em vê helwestê bi tundî şermezar dikin.”

Polêsan di avêtina ser avahîyan de alayên Kurdistanê kom kirin û sekreterê giştî yê Hereketa Azadî Metîn Pîran hat binçav kirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.