NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ QADA ÇANDINA PEMBÛYÊ NÊZIKÊ SEDÎ 40 ZÊDE BÛ

Li Amedê qada çandinîya pembû ji sedî 40 zêde bû. Midûrê Çandinî û Daristanê yê Parêzgehê Mustafa Ertan Atalar, dîyarkir ku li parêzgehê ev çend sal in qada çandinîya pembû zêde bûye.

LI AMEDÊ QADA ÇANDINA PEMBÛYÊ NÊZIKÊ SEDÎ 40 ZÊDE BÛ

Li Amedê qada çandinîya pembû ji sedî 40 zêde bû. Midûrê Çandinî û Daristanê yê Parêzgehê Mustafa Ertan Atalar, dîyarkir ku li parêzgehê ev çend sal in qada çandinîya pembû zêde bûye. Atalar di derbarê mijarê de wiha got; "Li gor texmînên me, li gor par li qada çandinîya pembû, heta niha ji sedî 40 zêdebûnek çêbûye. Dema ku serlêdanên cotkaran ên di pergala qeydkirina cotkaran de temam bibin, wê reqeman jî diyar bibin. Em wisa difikirin ku bi zêdebûna qadên avdanê re, wê qadên çandinîya pembû roj bi roj zêde bibin. Ger em îsal di şert û mercên guncaw de hilberîna xwe mezin bikin, wê zêdebûneke cidî çêbibe û wê tevkarîya me ya ji bo aborîya neteweyî pir zêde bibe.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.