NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ ÊRÎŞA ÇEKDARÎ LI SER DIKANEKÊ HAT KIRIN

Li Amedê di êrîşa çekdarî ya li ser cîhê kar de dayik û keça xwe birîndar bûn.

LI AMEDÊ ÊRÎŞA ÇEKDARÎ LI SER DIKANEKÊ HAT KIRIN

Li Amedê di êrîşa çekdarî ya li ser cîhê kar de dayik û keça xwe birîndar bûn.

Bûyer li taxa Peyasê ya Navçeya Kayapinara Amedê di dikanekê de pêk hat.

Li gor agahîyan gumanbarê ku hêj nasnameya wî nehatîye dîyarkirin hat ber kargeha ku wek salona bedewîyê xizmetê dike û bi çekê gule berda dikanê. Dê û keça xwe ya di wê heyamê de di ber dikanê re derbas dibûn, gule li îsabetê wan kir û birîndar bûn.

Dayik û keça birîndar bi alîkarîya welatîyên derdorê rakirin nexweşxaneyê.

Polês sewqê cîhê bûyerê bûn û ji bo girtina gumanbarê revîyayî operasyon da destpêkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.