NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ SIWAREYEK DEMA DI RÊ DE DIÇÛ AGIR PÊ KET

Li Amedê siwareyek dema di rê de diçû, agir pê ket. Bûyer, li Taxa Huzûrevlerî ya Navçeya Kayapinar a Amedê qewimî.

LI AMEDÊ SIWAREYEK DEMA DI RÊ DE DIÇÛ AGIR PÊ KET

Li Amedê siwareyek dema di rê de diçû, agir pê ket. Bûyer, li Taxa Huzûrevlerî ya Navçeya Kayapinar a Amedê qewimî. Di siwareyê de ji ber sedemeke nedîyar, agir pê ket. Hat dîyarkirin ku ajokar dema fêhm kir ku siwareya wî dişewite, ji siwareyê dadikeve xwarê û ji qezayê bê birîndarî xilas dibe. Ji ber şewatê rê li trafîkê hat girtin û şewat hat kontrolkirin. Di şewatê de siware êdî nema bê bikaranîn. Di derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.