NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ SIWAREYEK JI PAŞ VE OTOBÛSA XWENDEKARAN XIST 2 KES BIRÎNDAR BÛN

Li Amedê, ajokarê siwareyekî ku li ser dîreksîyonê ji xew re çû, paş ve li otobûsa xwendekaran xist.

LI AMEDÊ SIWAREYEK JI PAŞ VE OTOBÛSA XWENDEKARAN XIST 2 KES BIRÎNDAR BÛN

Li Amedê, ajokarê siwareyekî ku li ser dîreksîyonê ji xew re çû, paş ve li otobûsa xwendekaran xist. Qeza, li ser rêya Amed-Elezîzê pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin; ajokarê siwareyê yê ku li ser dîreksîyonê ji xew re çû, ji paş ve li otobûsa xwendekaran a ku di heman rê de diçû xist. Ji 6 kesên di siwareyê de 2 kes birîndar bûn û otobûsa xwendekaran jî ket zevîyê. Hat hînbûn ku di dema qezayê de, di otobûsa xwendekaran de ti xwendekar tune bûn. Ekîbên tenduristîyê piştê midaxeleya ewil birîndaran birin nexweşxaneyê. Di derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.