NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ ŞUŞTINA BER DIKANÊ Û PEYARÊ HAT QEDEXEKIRIN

Li Amedê ji bo mehekê bi xortomê şuştina ber dikanê û peyarê hat qedexekirin.

LI AMEDÊ ŞUŞTINA BER DIKANÊ Û PEYARÊ HAT QEDEXEKIRIN

Li Amedê ji bo mehekê bi xortomê şuştina ber dikanê û peyarê hat qedexekirin.

Midûrîyeta Giştî ya Av û Kanalîzasyonê (DÎSKÎ) ya Amedê, bi taybetî di mehên havînê de ku av tê bikaranîn, ji bo ku ava vexwarinê qut nebe, di navbera 1-31ê Tebaxê de bi xortomê şuştina ber dikanê, li ser peyarê û av reşandina hawirdorê qedexe kir. Hat dîyarkirin ku kesên li gor biryara qedexeyê tevnegere, wê hezar û 295 lîre cezayê pere lê were birîn û heke tedbîr têrê nekin wê qedexeyên nû bên tetbîqkirin.  Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî, dîyar kir ku bi hatina hewaya germ vexwarina avê zêde bûye, ji ber vê jî divê ava vexwarinê neyê îsraf kirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.