NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ TIR Û AMBÛLANS LIHEVQELIBÎN! 1 MIRÎ 5 BIRÎNDAR

Ambûlansa ku li ser Rêbeja Amed-Licê nexweş dibir qelibî.

LI AMEDÊ TIR Û AMBÛLANS LIHEVQELIBÎN! 1 MIRÎ 5 BIRÎNDAR

Ambûlansa ku li ser Rêbeja Amed-Licê nexweş dibir qelibî

Di encama qezayê de gelek kes birîndar bûn. Qeza li ser xaçerêya Amed-Licê pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin ambûlansa ku nexweş û xizmên wan tê de bûn û kamyona ku ji rêya hember dihat li hev qelibîn. Di encama qezayê de zarokê nexweş ê ku bi ambûlansê dibirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da, 5 kes jî birîndar bûn. Hat hînbûn ku piştê mudaxeleya ewil a li cihê qezayê birîndar sewqê Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê hatin kirin. Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.