NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ WÊ GERMAHÎYA HEWAYÊ 9 PÎLE DAKEVE Û BARAN BIBARE

Li Amedê wê germahîya hewayê heta 19 pîleyan dakeve û wê du roj baran gur bibare.

LI AMEDÊ WÊ GERMAHÎYA HEWAYÊ 9 PÎLE DAKEVE Û BARAN BIBARE

Hat dîyarkirin ku li Amedê germahîya hewayê wê dakeve û dibe ku li hin deveran baraneke gur bibare.

 

Li gor pêşbînîyên herî dawî yên Midûrîyeta Giştî ya Meteorolojîyê, tê texmînkirin ku li Amedê ji roja çarşemê pê ve germahîya hewayê wê gav bi gav kêm bibe û germahîya hewayê wê roja pêncşemê bi qasê 9 pîle dakeve.

Li gor texmînên hewayê yên hat parvekirin ku li Amedê roja çarşemê danê êvarê tê payîn ku baraneke gur bibare û germahî dakeve 19 pîleyan.

Li alîyê din hat dîyarkirin ku ji roja Înê pê ve hewa wê germ bibe û wê bigihêje 27 pîleyê.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.