GÜNDEM

LI AMEDÊ WÊ LI DIJÎ TIRYAKÊ KAMPANYA BÊ DESTPÊKIRIN

Li dijî zêdebûna bikaranîna tiryakê wê li Amedê kampanya bê destpêkirin.

LI AMEDÊ WÊ LI DIJÎ TIRYAKÊ KAMPANYA BÊ DESTPÊKIRIN

Li dijî zêdebûna bikaranîna tiryakê wê li Amedê kampanya bê destpêkirin.

Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) di 9’ê tebaxê de “Rapora Zarokan a Amedê” parve kir. Li gor raporê, temenê bikaranîna tiryakê daketîye 9 salîyê. Di raporê de hat destnîşankirin ku dibistan veguherîne cihên firotina tiryakê û ev agahî hema hema veguherîye agahîyeke cemawerîyê.

Hevserokê Şaxa Hejmar 1 a Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) a Amedê Zulkuf Guneş, dîyar kir ku daketina temenê bikaranîna tiryakê ya 9 salîyê, eleqeya wê bi polîtîkaya şerê taybet re heye û da zanîn ku wê di meha îlonê de li dijî tiryakê kampanyayê bidin destpêkirin.

Guneş, wiha got: “Li dijî bikaranîna tiryakê hewcehî bi têkoşîneke piralî heye. Tenê bi perwerde û tenduristîyê nabe.

Divê civak bi xwe li dijî vê têbikoşe. Weke Egîtîm Senê car bi car me kampanyayên pêşîlêgirtinê dan destpêkirin. Lê divê ev bi civakê bibe.  Zehmete ku mirov ciwanê tiryakê dikişîne ji wê dûr bixe. Lewma divê hêj dest pê nekirîye, em rê li ber bigirin. Pêdivî bi pêvajoyeke bergir heye.

Guneş, dîyar kir ku ji bo pêşîgirtina tiryakê di meha îlonê de, wê dest bi kampanyayê bikin û dîyar kir ku ew ê piştê lêkolînên ku bi dawî bibin, ji raya giştî re ragihînin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.