GÜNDEM

LI AMEDÊ XEBATÊN HILWEŞÎNA AVAHÎYÊN BI XESAR DEST PÊ DIKE

Li Amedê avahîyên ku ji ber erdhêjên li Mereşê yên bi lerza 7,7 û 7,6an tesîr û bandoreke giran lê hatibûn, dest bi hilweşîn û xebatên rakirina kavilan hat kirin.

Di 57 avahîyan da xebat hatin temamkirin, ji bo van avahîyan biryara hilweşandina tavile hat dayin û kavilên wan hatin rakirin.

Alîkarê Walî û Serokatîya Şopandin û Kordînasyona Veberhênanê ya Amedê Abdullah Çîftçî, derbarê mijarê de wiha got, "Li navenda bajêr hezar û 277 avahîyên ku zirareke mezin dîtine hene û divê bên hilweşandin.

Em ê di demeke kurt de dest bi hilweşandina 400 avahîyên ku îtîraz lê nabe bikin." Derbarê avahîyên mayî de jî, piştê ku encamnameyên qanûnî bên erê kirin, bi îhaleyê wê dest bi xebatên hilweşîna wan bê kirin.

Armanca me ew e ku di nava hefteyekê de li hemû navçeyên xwe yên li navendê, pêvajoya hilweşandinê bidin destpêkirin û herî dereng di nava 3 mehan de hilweşînê bi dawî bikin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.