NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ YEKÎTÎYA HILBERÎNA FISTIQÊN AMEDÊ HAT AVAKIRIN

Li navenda Amedê û navçeyên wê ji alîyê hilberîneran ve “Komeleya Hilberînerên Fistiqên Amedê” hat avakirin.

LI AMEDÊ YEKÎTÎYA HILBERÎNA FISTIQÊN  AMEDÊ HAT AVAKIRIN

Li navenda Amedê û navçeyên wê ji alîyê hilberîneran ve “Komeleya Hilberînerên Fistiqên Amedê” hat avakirin.

Serokê Komeleya Hilberînerên Fistiqê Amedê Celalettin Birtane ku ji alîyê 28 hilberînerên fistiqan ve li qadeke 3 hezar û 300 donim, bi çandinîya fistiqan ve hatîye avakirin, dîyar kir ku ew dixwazin bi hilberîna fistiqan jîyana aborî ya 150 salî ya bajêr baştir bikin.

Bîrtane da zanîn ku yek ji armancên wan ên herî mezin ew e ku di asteke bilind de dahata bîyanî ya Amedê zêde bikin û wiha got: “Armanca me ew e ku di nava 10 salan de qadên bi hilberîna fistiqan ku ji 10 milyon darên fistiqan pêk tên, tevkarîyê li aborîya çandinîyê bikin. Li Amedê em hewl didin ku qadên ku ji bo çandinîyê ne guncaw in, veguherînin qadên hilberîna fistiqê ku xwedî bereketa aborî ya bilind e."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.