NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ ZEM LI BIHAYÊ PENÎR HAT KIRIN! KÎLOYA PENÎR DERKET 200 TL

Penîrê Amedê di mehekê de 4 qat zêde bû. Niha kîloya penîr di navbera 180 û 200 lîre de tê firotin.

LI AMEDÊ ZEM LI BIHAYÊ PENÎR HAT KIRIN! KÎLOYA PENÎR DERKET 200 TL

Penîrê Amedê di mehekê de 4 qat zêde bû. Niha kîloya penîr di navbera 180 û 200 lîre de tê firotin.

Esnafên Sûka Penêrfiroşan dîyarkirin ku ji ber zem û zêdebûnê danûstendin rawestîyaye û ji mişterîyên xwe şerm dikin. Penêrê Amedê ku kîloya wê di navbera 100 û 135 lîre de dihat firotin, niha li gor zem û zêdekirina dawîn dawîn kîloya wê di navbera 180 û 200 lîre de tê firotin.

Dikandarên ku ji mişterîyên xwe şerm dikin, dîyar kirin ku wan di serê demsalê de kîloya penîr bi 100 lîreyî difirotin û wiha gotin: “Niha dema ku em dibêjin baca KDV û OTV ji xwe êdî nema dikarin penîr bifroşin. Li dijî vê sosretê em ecêbmayî mane. Bihayê Penîr sibe û êvarê hevdû nagre.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.