NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDSPORÊ SELAHATTÎN YILDIRIM DÎSA BÛ SEROK

Di dawîya kongreya ku li Amedsporê hat lidarxistin de Selahattîn Yildirim careke din ji bo serokatîyê hat hilbijartin.

LI AMEDSPORÊ SELAHATTÎN YILDIRIM DÎSA BÛ SEROK

Di dawîya kongreya ku li Amedsporê hat lidarxistin de Selahattîn Yildirim careke din ji bo serokatîyê hat hilbijartin. Amedspora ku di lîga 2’yemîn a Federasyona Futbolê ya Tirkîyeyê (TFF) de cih digire, 6’emîn kongreya xwe ya awarte li Tesîsên Şehmûs Ozer li dar xist. Odeya Tabîban a Amedê, Odeya Bazirganîyê ya Amedê (DTO), Yekîtîya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) û gelek sazîyên sivîl ên li bajêr, beşdarê kongreyê bûn. Di hilbijartinan de ku ji bo hilbijartina serokê nû yê Amedsporê bi yek lîsteyê hat hilbijartin, Selahattîn Yildirim bi yekdengî wek serok hat hilbijartin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.