GÜNDEM

LI AMERÎKAYÊ ZAROKÊ 6 SALÎ BI ÇEKÊ LI MAMOSTEYÊ XWE DA!

Li eyaleta Virginia ya Amerîkayê bûyereke sosret û ecêb ya gulebaranê pêk hat. Zarokê 6 salî li dibistanê di polê de bi çekê li mamosteyê xwe gule reşand û bi giranî birîndar kir.

Di dema bûyera li Dibistana Seretayî ya Richneck de, zarokê piçûk ji nişka ve çekek derxist û mamosteyê xwe gulebaran kir. Hat dîyarkirin ku rewşa mamosteya jin a 30 salî giran e. Rayedarên polîsan dîyar kirin ku bûyer ne qeza ye û zarok bi zanetî bi çeka ku di çenteyê xwe de veşartîbû gule li mamoste reşandîye. Hat destnîşankirin ku di bûyerê de ji xwendekarên din tu kes birîndar nebû û zarokê ku bi çekê gule berda mamosteyê xwe jî hat binçav kirin. Derbarê bûyerê de lêkolîn tê kirin ku bê gelo zarokê 6 salî ew çeka ji ku peyda kirî ye.  

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.