NÛÇEYÊN KURDÎ

LI BÛRSAYÊ DI BÛYERA ŞEWATÊ DE 8 ZAROKAN JÎYANA XWE JI DEST DAN

Li Bûrsayê di şewata ku bi şev di avahîyekê de derket de dayîkek û 8 zarok jîyana xwe ji dest dan.

LI BÛRSAYÊ DI BÛYERA ŞEWATÊ DE 8 ZAROKAN JÎYANA XWE JI DEST DAN

Li Bûrsayê di şewata ku bi şev di avahîyekê de derket de dayîkek û 8 zarok jîyana xwe ji dest dan. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin li Taxa Degirmenonûya Bursayê bi şev di qata yekê ya avahîyeke 4 qatî de şewat derket. Ekîbên agirtefê dîyar kirin ku cenazeyên 9 welatîyên Sûriyeyê ku 8 ji wan zarok in, jîyana xwe ji destane. Li qata çaremîn a avahîyê malbatek ji sê kesan pêk dihat ji dûmanê êşîyan û rakirin nexweşxaneyê. Walîyê Bûrsayê Yakup Canbolat di daxuyanîya ku da de dîyar kir ku şewat ji sobê derketîye û wiha got; “Di tespîtên heta niha hatine kirin de 9 cenaze hene. Ji wan 8 zarok û yek jî dayîk e. Zarok di navbera 3 û 10 salî de ne. 6 jê ji heman malbatê ne û 2 jî birazîyên wan in. Malbatek bi eslê xwe ji Sûrîyeyê ne. Bav jî dema ku li derve hewl dide agir vemrîne ji dûmanê diêşe û wî radikin nexweşxaneyê, lê rewşa wî baş e.” 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.