NÛÇEYÊN KURDÎ

LI BAGLARÊ DI ŞERÊ ÇEKDARÎ DE ZAROKEKÎ 10 SALÎ BIRÎNDAR BÛ

Li Bağlarê di encama şerê çekdarî yê di navbera du koman de derket, zarokê 10 salî yê li kuçeyê dilîst birîndar bû.

LI BAGLARÊ DI ŞERÊ ÇEKDARÎ DE ZAROKEKÎ 10 SALÎ BIRÎNDAR BÛ

Li Bağlarê di encama şerê çekdarî yê di navbera du koman de derket, zarokê 10 salî yê li kuçeyê dilîst birîndar bû.

Bûyer li Kolana 175'an a Taxa Muradiye ya navçeya Baglara Amedê pêk hat.

Zarokê bi navê N.A yê 10 salî bû hedefa guleyên kesên tevlî şerê çekdarî bûn û birîndar bû.

Li ser îxbara welatiyan ekîbên tenduristiyê û polîsan sewqî cihê bûyerê bûn.

Zarokê ku fîşekek li çengê wî ket ji aliyê ekîbên tenduristiyê ve rakirin nexweşxaneyê. Ekîbên polêsan der barê bûyerê da lêpirsîn dan destpêkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.