NÛÇEYÊN KURDÎ

LI BAGLARÊ JI BO ZAROKAN BERNAMEYA “TU BI XÊR HATÎ DIBISTANA XWE”

Midurîyeta Perwerdehîya Netewî ya Navçeya Baglarê ku cara pêşîn li dibistanên gundan perwerdehîya kodê daye destpêkirin projeya “Tu bi Xêr Hatî Dibistana Xwe” da destpêkirin.

 Projeya ku bi ekîba buroya taybet a Perwerdehîya Netewî ya Navçeya Baglar û ciwanên dilxwaz ên Navenda Ciwanan a Baglarê re hatîye li dar xistin di 5-9’ê îlonê de pêk were. Projeyê de bernameya pêşîn wê li yek ji dibistana herî mezin a Baglarê Molla Guranî were danîn. Ji endamên Ekîba Buroyê ya Taybet a Midurîyeta Perwerdehîya Netewî ya Navçeya Baglarê û Perwerdekara Kod û Robotîk Seda Coşkûn Elîkuçuk derbarê bernameya algorîtmayê de perwerde hat dayîn û her wiha ji alîyê Koordînatora Bajêr a Çîrokên Anatolyayê Benan Torğul ve çîrok hatin vegotin. Di çarçoveya projeyê de bi hevkarîya Dilxwazên Navenda Ciwanan a Baglarê zarok lîstin, stranan gotin, rûyên xwe boyax kirin, dans kirin û pêşbirkan li dar xistin. Bi van bernameyên têr û tije xwendevan demên xweş borandin. Hat dîyarkirin ku bi vê projeyê armanc ew e ku proje xwe bigihîne herî kêm 4 hezar xwendevanan da ku adaptasyona wan a dibistanê hêsan bibe.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.