GÜNDEM

LI BAGLARA KESEK JI QATÊ 10AN DE KET XWARÊ Û GIRAN BIRÎNDAR BÛ!

Li navçeya Baglarê, kesekê ku ji qatê 10an a înşaeta ku çêkirina wê berdewam dike de ket xwarê, bi giranî birîndar bû

LI BAGLARA KESEK JI QATÊ 10AN DE KET XWARÊ Û GIRAN BIRÎNDAR BÛ!

Li navçeya Baglarê, kesekê ku ji qatê 10an a înşaeta ku çêkirina wê berdewam dike de ket xwarê, bi giranî birîndar bû. Bûyer li Taxa Bagcilara navçeya Baglara Amedê, di avahîyeke 15 qatî ya înşaata wê didome de pêk hat. Hat ragihandin ku kesek ji qata 10emîn a avahîyê de ket xwarê. Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristîyê û polês sewqê cihê bûyerê bûn.

Di kontrola ewil a ekîbên tenduristîyê da hat tespîtkirin ku kesê bi navê B.E. ku hat hînbûn mexdûr e, di laşê wî da gelek cîhên şikestî hene û rewşa wî giran e. B.E yê ku ketîye xwarê xebatkar e an teşebusa întîharê ye ne dîyar e û ji zelal kirina bûyerê lêkolîn hat dest pê kirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.