NÛÇEYÊN KURDÎ

LI BEDLÎSÊ PIŞTÊ BARÎNA BERÊ RÊYÊN 44 GUND HATE GIRTIN

Li Bedlîsê ji ber barîna berfê rêyên 44 gund ji hatûçûnê re hate girtin. Berfa ku duh danê sibê li Bedlîsê dest pê kir û her ku çû zêde bû, tesîreke neyînî li jîyanê kir.

LI BEDLÎSÊ PIŞTÊ BARÎNA BERÊ RÊYÊN 44 GUND HATE GIRTIN

 

Li bajarê ku qalindahîya berfê li navendê 25 santîm û li cîhên bilind jî 50 santîm bû rêyên 44 gund li çûnûhatinê hate girtin.

Midûrê Şaxa Xizmetên Rê û Hatûçûnê ya Îdareya Taybet a Bajaran Ûmît Kurtkan, dîyar kir ku ji bo vekirina rêyên gundan ên girtî ekîban xebat dane destpêkirin.

Şaredarîya Bedlîsê ji bo ku rêyên taxan ên li navenda bajêr vekirî bimînin dixebitin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.