NÛÇEYÊN KURDÎ

LI BEHRA MARMARA 2 ERDHÊJ PEY HEV PÊK HAT

Li Behra Marmarayê du erdhejên li pey hev pêk hatin.

LI BEHRA MARMARA 2 ERDHÊJ PEY HEV PÊK HAT

Li Behra Marmarayê du erdhejên li pey hev pêk hatin.

Li gor daneyên AFADê, hat dîyarkirin ku erdhêja bi lerza 5,1ê ku di saet 10:42an da li derava Gemlîkê ya Behra Marmarayê pêk hat 8,98 kîlometre di bin erdê da çêbû.

Rasatxaneya Kandîllîyê mezinahîya erdhêjê 4,9 ragihand. Li heman herêmê di saet 10:45’an de jî erdhêjek din pêk hat. Li gor agahîya AFADê erdhêja bi lerza 4,5an di binê erdê da 7,02 km hat qeydkirin.

Piştê erdhêjê Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya daxuyand ku rapor hat wergirtin ku li Esenlera Stenbolê di avahîyekê û li Kuçukçekmeceyê jî avahîyek de terk çêbûne û ekîbên Midûrîyeta Hawîrdor û Bajarvanîyê ya Bajar sewqê navnîşanên eleqedar kirin. Ekîban avahîya ku li Kuçukçekmeyê terikîye kontrol kirin.Wezîr Yerlîkaya dîyar kir ku li Mudanyaya navçeya Bûrsayê rapora ku di malekê de terk çêbûye ji wan re hatîye.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.