NÛÇEYÊN KURDÎ

LI BISMIL DI BÛYERA 3 KES TÊ DE HATIBÛ KUŞTIN DE 2 KES HATIN GIRTIN

Derbarê şerê çekdarî yê li Bismilê di navbera du malbatên dijminê hev de derketibû, hejmara girtîyan derket 2an.

LI BISMIL DI BÛYERA 3 KES TÊ DE HATIBÛ KUŞTIN DE 2 KES HATIN GIRTIN

Derbarê şerê çekdarî yê li Bismilê di navbera du malbatên dijminê hev de derketibû, hejmara girtîyan derket 2an.

Li navçeya Bismilê ya Amedê herî dawî di şerê çekdarî yê di navbera 2 malbatan de, Recep Gumurcu û Hîsamettîn Tekîn li cihê bûyerê jîyana xwe ji dest dabûn û Meydîn Gumurcu jî li nexweşxaneyê jîyana xwe ji dest dabû.

Di çarçoveya lêpirsîna ku ji alîyê Serdozgerîya Komarê ya Bismilê ve derbarê bûyerê de hatibû destpêkirin de, yek ji gumanbaran M.M.D hatibû girtin û P.G jî bi şertê kontrola edlî serbest hatibû berdan.

P.G.yê ku ji 18 salî biçûktir bû, piştê serbest berdanê bi delîlên nû dîsa hat binçavkirin. P.G.yê ku sewqê edlîyeyê hat kirin, bi sûcê "kuştina bi qestî" hat girtin.

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.