NÛÇEYÊN KURDÎ

LI BISMILÊ DI PÎŞEGEHÊ DE ŞER! 1 MIRÎ, 3 JÊ GIRAN 13 BIRÎNDAR

Li Bismilê di şerê di navbera karkerên pîşegehê û hosteyan de derket û kesek jîyana xwe ji dest dabû de, 5 kes hatin binçavkirin.

LI BISMILÊ DI PÎŞEGEHÊ DE ŞER! 1 MIRÎ, 3 JÊ GIRAN 13 BIRÎNDAR

Nîqaşa ku duh bi şev di navbera karker û hosteyên pîşegeha çirçir ya li gundê Ofkoy a navçeya Bismilê ya Amedê de ji ber sedemeke nedîyar dest pê kir, veguherî şerê bi dar û kêran.

Di şer de kesek mir û 3 jê giran 13 kes jî birîndar bûn. Ekîbên tenduristîyê kesên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeya Bismilê û Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê.

Kesê bi navê C.A. tevê hemû midaxeleyan jîyana xwe ji dest da. Hat ragihandin ku rewşa 3 birîndaran di xetereyê de ye û 7 birîndarên din sewqê nexweşxaneyên Amedê kirin.

Di çarçoveya lêpirsîna ku ji alîyê Serdozgerîya Komarê ya Bismilê ve derbarê şer de hat destpêkirin de, kesên bi navê Û.D., M.A., R.A., Î.A. û M.A. ku dermankirina wan bi dawî bû, bi giştî 5 kes hatin binçavkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.