NÛÇEYÊN KURDÎ

LI BISMILÊ DU MALBATÊN XWÎNDAR LI HEV HATIN

Li navçeya Bismilê ya Amedê du malbatên ku salek berê di navbera wan de dijminantî derketibû, bi merasimekê li hev hatin û bi aşîtîyê dawî li dijminantîyê anîn.

Li Navçeya Bismilê di navbera malbatên Balyacî û Kaplan de sala par di encama pevçûnê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Hevşaredarê HDP'ê yê ji wezîfeyê hat girtin Orhan Ayaz û Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Bismilê, di pêvajoya 2 mehan de bi herdû malbatan re hevdîtin pêk anîn û di encamê xwîndarî bi aşîtîyê bidawî bû.

Merasîma aştiyê ya li Bismilê bi beşdariya parlamenter, nûnerên STK, rêveberên raya giştî, mele, muxtarên taxan û bi sedan kesên ji her du malbatan, bi derbasbûna di bin Qurana Kerîm û sondxwarinê de malbatan xwîndarî bidawî kirin û lihev hatin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.