NÛÇEYÊN KURDÎ

LI BISMILÊ JI BO ZAROKAN ATOLYEYA ZIMAN Û ÇANDÊ HAT LI DAR XISTIN

Çalakîyên ku ji bo 15'ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî tên amadekirin, bi pêşengîya Tora Zimanê Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî berdewam dikin.

LI BISMILÊ JI BO ZAROKAN ATOLYEYA ZIMAN Û ÇANDÊ HAT LI DAR XISTIN

Çalakîyên ku ji bo 15'ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî tên amadekirin, bi pêşengîya Tora Zimanê Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî berdewam dikin. Li navçeya Bismilê ya Amedê, ji bo zarokan atolyeya ziman û çandê hat lidarxistin. Bi pêşengîya Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê û MA Muzîkê, li Taxa Seyrantepe ya Navçeya Bismilê çalakî hatin lidarxistin. Çalakî, bi lêxistina erbaneyan û bi meşekê destpê kir. Piştê meşê zarokên li taxê hatin cem hev û ji bo hişyarkirina ziman hînî alfabeya kurdî hat kirin. Di çalakîyê de rîtma muzîkê ji zarokan re hate hînkirin. Strana Aram Tîgran a bi navê “Zimanê Kurdî” bi yek dengî hate gotin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.