NÛÇEYÊN KURDÎ

LI BISMILÊ KESÊN KU ŞANTAJÊ DIKIRIN HATIN ZEVFTKIRIN

Li Bismilê li dijî koma çete ya ku bi dîmenên qirêj şantajê li welatîyan dikir û pere digirt, operasyon hat lidarxistin.

LI BISMILÊ KESÊN KU ŞANTAJÊ DIKIRIN HATIN ZEVFTKIRIN

Li Bismilê li dijî koma çete ya ku bi dîmenên qirêj şantajê li welatîyan dikir û pere digirt, operasyon hat lidarxistin.

Li navçeya Bismilê ya Amedê gumanbarê bi navê B.S. (20) şantajê li kesê bi navê Î.G. (41) kir û got ku ew ê vîdeoya ku 6 meh berê bi jina bi navê S.G. (21) re kêfa xwe dike û di nav de wêneyên nebaş tê de hene, parve bike û ji malbata wî re bişîne. Î.G. di 9ê cotmehê de serî li Midûrîyeta Emnîyeta Giştî ya Navçeyê dabû. Piştê gilîyê ekîban gumanbarên ku pere xwestin li ser sûç zeftkir û girt binçavan.

M.M.K. ê ku hat binçavkirin, anî ziman ku B.S. wî ji bo sandina pereyê şandîye û haya wî ji mijarê tineye. Li ser vê yekê ekîban ji bo girtina B.S. dest bi xebatê kirin. B.S. û M.M.K. yên hatin binçavkirin dîyar kirin ku wî dîmenê reşkirinê ji jina bi navê S.G. girtîye û bi S.G. re vê planê kirîye. S.G. ê ku agahîyên nasnameya wî hatin girtin ji alîyê ekîban ve hat binçavkirin.

Gumanbarên ku piştê karên li Midûrîyeta polêsan sewqê Edlîye ya Bismilê hatin kirin, bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.