NÛÇEYÊN KURDÎ

LI BISMILÊ NAVÊN DU TAXÊN DIN HAT GUHERTIN

Li navçeya Bismilê ya Amedê, bi biryara meclîsa bajêr navên 2 taxên gundan hatin guhertin.

LI BISMILÊ NAVÊN DU TAXÊN DIN HAT GUHERTIN

Li navçeya Bismilê ya Amedê, bi biryara meclîsa bajêr navên 2 taxên gundan hatin guhertin. Di dema ku nîqaşên li ser guhertina navê Taxa Kitilbil ya Navçeya Sûrê ya Amedê berdewam dikirin, ji Bismilê nûçeyên guhertina navan hatin. Hat ragihandin ku navên taxên gundan ên Bayindir û Bakacakê hatine guhertin. Di daxuyanîya ku ji alîyê Qeymeqamtîya Bismilê ve hat dayîn de wiha hat gotin; “Li navçeya me, navê Taxa Bayindirê bû Navçeya Arapkent û navê Taxa Bakacak jî bû Taxa Seyît Hasan. Bi biryara meclîsê ya Şaredarîya Bismilê û Qeymeqamtîya me re, li gor xala 9'an a Qanûna Şaredarîyê ya bi hejmara 5393'an biryar hat qebûlkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.