NÛÇEYÊN KURDÎ

LI CÎHÊ NOBEDA MALBATA ŞENYAŞAR EREBEYA HESPAN HAT PARKKIRIN

Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar a li ber Edlîyeya Rihayê diroja 591’emîn de berdewam kir.

LI CÎHÊ NOBEDA MALBATA ŞENYAŞAR EREBEYA HESPAN HAT PARKKIRIN

Li şûna cîhê Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar erebeya hespan hat parkirin. Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar a li ber Edlîyeya Rihayê diroja 591’emîn de berdewam kir. Berê cîhê çalakîya malbatê polêsan bi barîyerên hesin dorpêç kiribû lê belê ji ber berxwedana malbatê bariyer hatibûn rakirin. Piştê vê yekê qad bo siwareyên sivîl veguherandibûn otoparkê. Li cîhê nobedê siware tên parkkirin. Îro jî li cîhê ku pankart lê tê daliqandin, parxêle (erebeya hespan) bi barîyeran ve hat girêdan. Ferît Şenyaşar da zanîn ku dozger û polês çi dikin bila bikin ew ê ji qadê venqetin û bi biryardarî çalakiya xwe bidomînin. Şenyaşar anî ziman ku siware ne bes bûn niha jî erebeya hespan anîne parkkirin e û ev hewldanên dozgeriyê hemû beyhûde ne. Emîne Şenyaşar jî bertek nîşanê parkkirina erebeya hespan da û erebeya hespan nîşan da û wiha got: “Vaye edaleta we ev e.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.